Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hemwelatîyên Xwe yên li Seranserê Cîhanê Hişyar Dike


Wezareta Derve ye Amerîka, piştî Serok Trump dîyar kir ku ew êdî Orşelîmê wek paytaxta Îsraîlê dibînin, bang li hemî hemwelatîyên xwe yên li seranserê cîhanê kir ku baldar bin.

Wezareta Derve ya Amerîka ji malpera xwe ragihand ku divê Amerîkî dijî êrîşên terorî, serhildanên siyasî û tundûtûjîyê ewlekarîya xwe xurttir bikin.

Wezaretê hişyarî jibo herêmên cûda kir û di bin lîsteya Ewrupa de, Ukrayna û Tirkîyê cîh girt.

Îsraîl jî tevî Kenara Rojava û Gaze ket lîsteyê. Piştî daxuyanîya Trump, jiber protestoyên gumankirî hin hêzên din ên leşkerî bo wê herêmê hatin veguhastin.

Balyozxaneya Amerîka ya li Îsraîlê, bo karmendên hikûmeta Amerîka û malbatên wan serdana herêma bajarê kevn ya Orşelîmê, û Kenara Rojava sînordar kir.

Wezîrê Derve yê Amerîka, bo seranserê cîhanê herî dawî di 14’ê Îlonê de hişyarî kiribû.

XS
SM
MD
LG