Amerîka, Çîn hişyar kir ku piştgirîyê nede Rûsya ku bi toleyên rojava re rûbirû maye.
Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesira Sipî Jake Sullivan, Pekîn ser piştgirîya bo Moskowê hişyar kir.
Sullivan dîyar kir ku ew rastexwe bi Çînê re diaxifin û da zanîn ku ger Pekîn piştgirîya Moskowê bike ewê encamên wê hebin.
Wî got ku ewê nehêlin ku ti welatê cîhanê bo sivikkirina toleyan piştgirîya Rûsya bike.
Sullivan dê îro Duşemê li Roma ya paytexta Îtalya bi dîplomatê payabilind yê Çînê Yang Jiechi re biaxife.
Berî hişyarîya Sullivan, Wezîrê Darayî yê Rûsya Anton Siluanov dîyar kiribû ku bi yuana Çînê diravên wan hene û dabû zanîn ku welatên rojava li Pekînê zextan dikin ku ew rê li ber Moskowê bigirin.
Siluanov dabû zanîn ku jiber toleyan ew nikarin dirav û zêrên ku bi qasî 300 mîlyar dolar in ji bankên bîyan bistînin.
Wî herwiha dîyar kiribû ku peywendîyên wan bi welatên rojava re qut dibin û gotibû ku ew dikarin danûstandinên bi Çînê re xurttir bikin.