Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lloyd Austin Dijî Êrîşên Çînê Plana Amerîka ya Piştgirîya Welatên Asyayî Dîyar Kir


Wezîrê Berevanîyê yê Amerîka Lloyd Austin
Wezîrê Berevanîyê yê Amerîka Lloyd Austin

Wezîrê Berevanîyê yê Amerîka Lloyd Austin îro Şemîyê plana Amerîka yên bo alîkarî ya welatên Asyayî dîyar kir; Taywan jî di nav de, dijî Çîneke zêde êrîşkar û hevdem bi armanca rêvebirina alozîyan û rêgirtina pevçûnên li herêmê.

"Îro, Hindo-Pasîfîk herêma me ya serekî ya operasyonan e û Hindo-Pasîfîk di navenda stratejîya mezin ya Amerîka de ye," Austin got.

Lloyd Austin plana Amerîka di axaftina xwe ya ji wezîr û karbidestên 42 welatan de eşkere kir, li Hilcivîna Ewlekarî ya Asya de ku wê heya sibe Yekşemê li Sîngapurê bidome, ya ku bi navê Dîyaloga Shangri-La tê zanîn



Austin plana Amerîkî bi hûrgulî ragihand; ya ku yekkirina neteweyên Asyayî ku ji êrîşkarîya Çînê bi fikar armanc dike , bi mekanîzmayeke hevalbendî û danûstendinên leşkerî bi hev re pêşnîyar dike.

Wezîrê Amerîkî dîyar kir ku plan dişibe yekîtîya kêm tê dîtin ya neteweyên pêşketî; ya ku bi hev re dixebitin da ku toleyên aborî dijî Rûsya bikar bi cîh bikin.

“Em ne li dû şer û pevçûnê ne. Û em Şerêkî Sar yê nû, NATOya Asyayî, yan jî herêmeke ku di nav blokên dijmin de parçebûyî ne naxwazin, "Austin got.

Lê, bi wî berdewamî destnîşan kir ku welatên piçûk yên li Başûr-rojhilata Asya jiber êrîşkarîya leşkerî ya Çînê bi fîkar in.

Austin herwiha xwest ku Taywanê kane bike ku fikarên wê yên ser êrîşekî Çînê wê werin çareser kirin; berîya ku ewê oja Înê bi Wezîrê Berevanîyê Wei Fenghe re bicive û wê mijarê nîqaş bike.


Wî anî ziman ku Amerîka wê sekina li kêleka hevalbendên xwe bidomîne, di nav de Taywan jî.

"Ev bi taybet girîng e jiber ku PRC (Komara Gel ya Çînê) ser îdîayên serwerîya axê nêzîkatîyekî zordar û êrîşkartir diparize,"Austin got.

XS
SM
MD
LG