Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîka û Karbidestên Tirk li Enqerê Dicivin


Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîka Wendy Sherman îro Pêncşemê li Enqere ya Tirkîyê dest bi danûstandinan dike.

Bi serdana Wendy Sherman ji rêvebirîya Serok Joe Biden cara pêşî karbidesteke payabilind derbazî Tirkîyê dibe.

Wezareta Derve ya Tirkîyê derbarê serdana Sherman daxuyanîyek belav kir.

Li gor daxuyanîyê, Sherman û hevtayê wî yê Tirk Sedat Onal dê îro Pêncşemê li Enqerê bicivin û danûstandinên sîyasî bikin.

Sherman û Onal dê ser peywendîyên Tirkîye û Amerîka û mijarên herêmî û navnetweyî biaxifin.

Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîka piştî danûstandinên li Brukselê derbazî Tirkîyê dibe.

Ew dê li Tirkîyê bi hin nûnerên sazîyên sîvîl re jî bicive.

Karbidestên Amerîkî û Tirk herî dawî li Washington ya paytexta Amerîka bo danûstandinan kom bûbûn.

XS
SM
MD
LG