Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka, Erdogan Ser Danûstandina bi Rêberên Hamasê re Rexne Dike


Berdevika Wezareta Derve Morgan Ortagus
Berdevika Wezareta Derve Morgan Ortagus

Amerîka, Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser hevdîtina bi Serokê Buroya Sîyasî ya Hamasê Îsmaîl Hanîye û şandeya bi wî re bi tundî rexne kir.

Berdevika Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus dîyar kir ku Hamas di lîsteya terorê ya Amerîka û Yekîtîya Ewrupa (YE) de ye û da zanîn ku du kesên serdana Erdogan kirine, di lîsteya ‘’terorîstên cîhanî yên taybet’’ de ne.

‘’Danûstandina Serokomar Erdogan ya bi wê rêxistina terorîst re, ewê bike ku Tirkîye di civaka navneteweyî de bi tenê bimîne, ewê zararê bide berjewendîyên gelê Fîlîstînê.’’ Ortagus got.

Ortagus bal kişand ku Erdogan îsal du caran bi rêberên Hamasê re kom bûye ku hevdîtina pêşî jî di meha Sibatê de pêk hatiye.

Erdogan û Hanîye di 22’yê Tebaxê de li Stenbolê kom bûbûn.

Hamas, ku rêvebirîya Gaza di bin kontrola wê de ye, bo Amerîka ji 1997’an vir ve ‘’rêxistineke terorîst’’ e.

XS
SM
MD
LG