Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bo Erebistana Saudî Sîstema Patriot Dişîne


Amerîka dê bo Erebistana Saudî piştgirîya leşkerî bişîne.

Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) ragihand ku dê ji Erebistana Saudî re çar sîstemên radar, sîstemeke berevanî ya Patriot û bi qasî 200 leşker bişîne.

Washingtonê hefteya borî dîyar kiribû ku ewê hêza leşkerî ya li Erebistana Saudî xurttir bike.

Di 14’ê Îlonê de dijî navendên petrolê yên Erebistana Saudî êrîş li dar ketibûn.

Amerîka û Erebistana Saudî dîyar dikin ku berpirsa êrîşan Îran e, lê Îran wan îdiayan red dike.

XS
SM
MD
LG