Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka di Êrîşeke Çekdarî de Polîsek Hat Kuştin


Li eyaleta Carolina Başûr, çekdarekî ku li malekê zarok dîl girtibûn, polîsek kuşt û 6 polîsên din birîndar kirin.

Bergumanê di hindurê piştî ku li hindur du demjimêr li ber xwe da, hat girtin.

Di bûyerê li nêzî Florence de, ji zarokên ku dîl hatibûn girtin ti, birîn nebûn.

Berpirsê Ewlekarîya Florence Kenney Boone dîyar kir ku polîs ser fermana lêgerînê çûye malê û gava nêzî malê bûye, bergumanê li hindur êrîşî wan kiriye.

Ser nasnameya êrîşvan û sedema êrîşê ti agahî nehat dayîn.

Serokê Amerîka Donald Trump ji Twitterê got ku jiber ku karbidestên ewlekarîyê 365 roj, 7 gün, û 24 demjimêr dixebitin ew spasdarê wan in û dîyar kir ku ew bi dua û fikrên xwe li ba karbidestên ewlekarî yên Florence ye.

Li gor malpera The Officer Down Memorial, ku lîsteya karbidestên ewlekarîyê yên hatine kuştin digire, îsal 112 polîs hatin kuştin.

Arşîva Êrîşên Çekdarî (Gun Violence Archive) dîyar dike ku di sala 2017’an de zêdetirê 15,000 kes li Amerîka bi çekan hatin kuştin.

Li Amerîka her sal bi qasî 22,000 kes bi çekan xwe dikujin.

XS
SM
MD
LG