Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Bang li Welatîyan Dike ku Serdana Fransa Nekin


Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka bang li welatîyan kir ku serdana Îsraîl, Fransa, Tayland û Îzlanda nekin.

CDC da zanîn ku li wan welatan pêketinan vîrusa korona jinûve zêde bûne û asta hişyarîyê ya bo welatan rakir 4’an ku asta herî bilind e.

Wezareta Derve ya Amerîka jî bo Fransa û Îzlanda asta hişyarîyê rakir 4’an û ji welatîyan xwest ku serdana wir nekin.

CDC di meha Tîrmehê de bo Îsraîl, Kenara Rojava û Gaza fikarên xwe ragihandibûn û asta hişyarîyê ji 1’ê rakiribû 3’yan.

Wê navendê hişyariya bo Xirvatistan, Avusturya, El Salvador, Guam, Kenya, Jamaîka rakir asta 3’yan û ji welatîyên vaksîn li xwe nedane xwest ku heta ne mecbûr ber serdana wan welatan nekin.

XS
SM
MD
LG