Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Amerîka, Kanada, Brezîlya û Arjantîn jî Dijî Maduro Hikûmeta Demkî ya Guaido Nas Dikin


Jimareke dewletên Amerîka Bakur û Başûr ragihandin ku ew hikûmeta demkî ya Juan Guaido ya dijî destihilata Serokê Venezuela Nicolas Maduro nas dikin.

Seroktîya demkî ya Guaido berî hemî dewletan Amerîka nas kir.

Serokê Amerîka Donald Trump da zanîn ku Parlamentoya Neteweyî ya Venezuela dîyar kiriye ku Maduro bo desthilatê ne rêwa ye û cîhê wî vala maye.

Trump bang li welatên din yên Amerîka Bakur û Başûr kir ku seroktîya Guaido bipejirînin.

Piştî banga Trump, Kanada, Brezîlya, Paraguay, Peru, Şîlî û Arjantîn ragihandin ku ew hikûmeta demkî ya Guaido nas dikin.

XS
SM
MD
LG