Wezîra Xezîne ya Amerîka Janet Yellen îro Çarşemê got ku welatên ku bi şermezarnekirin û dijberîya şerê hovane yê Rûsya ya dijî Ukrayna li berjewendîyê digerin, kurtbîn in û siberojê nabinîn.
Yellen dîyar kir ku welatên ku toleyên Rojavayî yên dijî Rûsya, binpe bikin yan têk bibin wê rûbirûyê encamên tund bimînin.
Yellen hişyarî da ku Amerîka û hevkarên seranser cîhanê wê bêdeng û bêbertek nemînin; hember kiryarên ku toleyên berfireh yên ku wan ser Moskow û serokê Rûsya Vladimir Putin jiber dagirkirina Ukrayna sepandine xira bikin.
Wê herwiha eşkere kir ku şerê di navbera Rûsya û Ukrayna de perspektîfa aborî ya cîhanê jinûve xêz kiriye.
Yellen ragihand ku dagirkerîya Rûsya, cesaret daye gelek welat û kompanîya ku ew dijî Moskowê helwestek yekgirtî û têkilîyên karsazîyê yên tund bigirin.
"Rêvebirîya Biden di soza xwe de bi biryar e ku ji Rûsya bo reftarên wê yên hovane û binpêkirina hiqûqa navneteweyî hesab bipirse. Heta ku Putin şerê xwe yê hovane ya li Ukrayna bi dawî neke, rêvebirîya Biden wê bi hevkarên me re bixebite da ku Rûsya pirtir bixe nava îzolasyona aborî, darayî û stratejî," Yellen got.