Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkî bo Hilbijartinên Mîdterm Diçin Ser Sindoqan


Bi mîlyonan hilbijêrên Amerîkî bo hilbijartina mîdterm îro Sêşemê diçin ser sindoqan.

Hilbijêr dê endamên nû yên Civata Nûneran û Civata Senatoran hilbijêrin.

Di hilbijartinê de dê temamê 435 endamên Civata Nûneran werin guhertin û di Civata Senatoran de jî, ku 100 kursîyên wê hene, dê 35 kursî bêne nû kirin.

Partîya Komarî, ku Serokê Amerîka Donald Trump jî endamê wê ye, dixwaze piranîya ku di her du civatan de bi dest xistiye biparêze û Partîya Demokrat jî hewil dide ku herî kêm di civatekê de bibe piranî.

Ger Demokrat piranîya Kongresê bi dest bixin, hîngê dikarin astengîyên girîng ji rêvebirîya Serok Donald Trump re çêkin.

Li gor daneyên dawî, di dengdana pêşwext de 30,000,000 kes deng dane û ew hejmar 40 ji sedê dengan e.

Hêjayî bîrxistinê ye, xêncî hilbijartinên Kongresê, li 36 eyalet jî dê walî werin hilbijartin. Ji 50 eyaletên Amerîka, 33 di destê walîyên Komarî de ne.

XS
SM
MD
LG