Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê Amerîkî Dibêje Wê Şervanên Kurd jî di Operasyona Reqa de Cîh Bigirin


Şervanekî YPG'ê
Şervanekî YPG'ê

Yek ji fermandarên têkoşîna hevpar ya li dijî DAIŞ'ê, Stephan Townsend, ji Bexda jibo rojnamevanan telekonferansek li dar xist û ragihand ku şervanên Kurd jî dê di operasyona rizgarkirina Reqa de cîh bigirin.


''Ez li bendê me ku Kurd jî bi şiklekî beşdarî operasyonê bibin. Li herêma Reqa jî Kurd jixwe hene'' Townsend got û bi berdewamî da zanîn ku hejmara şervanên dê beşdarî operasyonê bibin ne dîyar e.

Townsend ser pirsekê herwiha dîyar kir ku ti delîlên ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek gefek li dijî Tirkîyê raber dikin tune ne.

''Ez bi fermandarên wan re axifîn, me xebatên wan şopandin. Bawerî bi me re çêkirin ku ti xwestina wan ya jibo êrîşkirina Tirkîyê tune û ew jibo wî welatî ne gef in. A rast, dixwazin bi Tirkîyê re têkilîyeke wan ya baş hebe.'' Townsend got.

Fermandarê Amerîkî destnîşan kir ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), Reqa hîn bi temamî dorpêç nekirîye, loma jî hîn wexta wan jibo bijartina hêzên rizgarkirinê heye.

XS
SM
MD
LG