Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Bang li Rejîma Esad û Rûsya Dike ku Êrîşên li Îdlibê Demûdest bi Dawî Bikin

Wezareta Derve ya Amerîka, ser girjîya li herêma Îdlibê gur dibe, rejîma Esad û Rûsya tawanbar kir.

Berdevikê Wezareta Derve Morgan Ortagus dîyar kir ku dijî sivîl, dibistan û nexweşxaneyan êrîş li dar dikevin û da zanîn ku ew êrîş, girjîyê ‘’bi awayekî bêsînor’’ gur dikin.

Ortagus bang li rejîma Esad û Rûsya kir ku girjîya li herêmê demûdest bi dawî bikin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di êrîşên dawî de 47 kes birîndar bûne û 6 ji wan zarok, bi kêmî ve 18 kes hatine kuştin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG