Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Êrîşên Îranê Yên Dijî Herêma Kurdistanê Şermezar Dike


Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price
Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price

Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyeke nivîskî êrîşên artêşa Îranê yên ser bingehên partîyên Kurdên Îranê îro Çarşemê li nav Herêma Kurdistanê ya li Îraqê, bi tundî şermezar kir.

Wezaret Amerîka êrîşên artêşa Îranê wek “binpêkirina nerewa ya serwerî û yekparçeyîya axa Îraqê” bi nav kir.

Di daxuyanîya ku bi îmzaya berdevikê wezaretê Ned price hat weşandin de gotarên Îranê yên ser gefa êrîşên pirtir jî hatin şermazar kirin.

"Em daxuyanîyên hikûmeta Îranê yên ku gefa êrîşên zêde hemberî Îraqê dixwe jî şermezar dikin."

Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) îro Çarşemê 28’ê Îlona 2022’an de ragihand ku wan bi muşek û dronan êrîş birin ser bingehên partiyên Kurdên Îranê, li nav Herêma Kurdistanê ya li Îraqê.

Li gor ragihandinên herî dawî di êrîşên artêşa Îranê herî kêm 10 kes hatine kuştin ê 32 kes jî birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG