Lînkên eksesibilîtî

Amerîka Dijî Îranê Toleyên Nû Radigihîne


Amerîka li dijî Îranê, jiber bernameya wê ya muşekên balîstîk û "piştgirîya bo rêxistinên terorî" toleyên nû ragihandin.

Wezareta Derve ya Amerîka dîyar kir ewê bandora toleyan li ser 18 kes û sazî, ku piştgirîya pasevanên Îranê kirine, hebe.

Wezaretê di daxuyanîyê de, Îran jiber piştgirîyên wê yên bo rejîma Sûrîyê, Hizbullah û Hamasê jî rexne kir.

"Amerîka, jiber kiryarên Îranê yên ku li Rojhilata Navîn ewlekarî, dewlemendî û îstiqrarê qels dike bi fikar e" di daxuyanîyê de hat gotin.

Amerîka herwiha da zanîn ku Îran, li Yemenê hevkarîya serhildayên Husî dike û ew bi dirêjkirina cengê tawanbar kir.

Wezareta Derve ya Amerîka jî bi daxuyanîyekê dîyar kir ku li dijî toleyan ewê jî toleyan ragihînin.

XS
SM
MD
LG