Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Peymana Dostanî ya bi Îranê re Betal Kir


Rêvebirîya Washingtonê, ser biryara Dîwana Dadê ya Navneteweyî, ku dîyar kir ku ewê jiber toleyên Amerîka yên dijî Îranê tedbîran bistîne, bertekeke tund nîşan da

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo da zanîn ku Îran, Dîwana Dadê ya Navneteweyî bo armancên xwe yên sîyasî bikar tîne û got ku wan peymana ser mafên balyozxane û peywendîyên aborî yên bi Îranê re betal kiriye.

Serokê Amerîka Donald Trump di 8’ê Gulanê de welatê xwe ji peymana navokî vekişandibû û toleyên dijî Îranê bi şûnde anîbû.

Piştî ragihandina toleyan, Îran serî li Dîwana Dadê ya Navneteweyî ya li Hollanda dabû û dîyar kiribû ku Amerîka, Peymana Dostanî ya sala 1955’an, ku her du welatan îmza kiribû, binpê kiriye.

Rêvebirîya Tehranê xwestibû ku heta ku doz bi serî dibe tole werin rawestandin.

Li ber e ku Amerîka di meha Mijdarê de toleyên nû yên dijî Îranê ragihîne.

Pompeo dîyar kir ku li gor îstixbarata wan, li Îraqê, Îran dijî Amerîkîyan gefan çêdike û da zanîn ku gerek Washinton berî bi deh salan ji peymanê vekişîya.

Pompeo got ku ewê alîkarîyên mirovî yên bo gelê Îranê jiber betalkirina Peymana Dostanîyê qut nebin û firînên sîvîl jî bidomin.

XS
SM
MD
LG