Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dixwaze ku Îran Vegere Ser Peymana Navokî


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Amerîka dixwaze ku Îran vegere ser peymana navokî ya sala 2015'an.

Reutersê ew agahî ji zarê Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki ragihand.

Psakî dîyar kir ku ew dixwazin Îran bi temamî li gor peymana navokî tevbigere.

Danûstandinên ne rastexwe yên Washington û Tehranê piştî navbera pênc mehan dom kir, roja Duşemê li Vîyana destpê kirin.

Amerîka peymana navokî di dewra Serokê berê Barack Obama de îmza kiribû.

Serokê berê Donald Trump, Amerîka di sala 2018an de ji peymanê vekişand û jinûve dijî Tehranê tole ragihandin.

Tehran piştî vekişîna Amerîka dest bi berfirehkirina bernameya navokî kir.

XS
SM
MD
LG