Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Êrîşên Esmanî Bir Ser Komên Girêdayî Îranê yên li Îraqê


Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) ragihand ku do Pêncşemê dijî komên girêdayî Îranê yên li Îraqê êrîşên esmanî li dar xistine.

Operasyona Amerîka, piştî êrîşên bi muşek yên dijî bingeha leşkerî ya li Tacî ya nêzî Bexda pêk hat.

Di wan êrîşên roja Çarşemê de 5 leşkerên Amerîka û Brîtanya hatibûn kuştin û 14 kesên din jî birîndar bûbûn.

Pentagonê di daxuyanîyê de dîyar kir ku êrîşên esmanî dijî rêxistina Ketaîb Hizbulah ya Şîa, ku wek berpirsa êrîşên dijî bingehên Amerîkî tê dîtin, li dar ketine û bi wan, kapasîteya êrîşvanîyê ya wê rêxistiniyê hatiye qels kirin.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Mark Esper da zanîn ku ew nikarin li hember êrîşên dijî wan û hevalbendên wan bêdeng bimînin.

Esper got ku Amerîka berevanîya hêzên koalîsyonê jî dike û dîyar kir ku ew bi têkbirina Dewleta Îslamî (DAIŞ) û komên din dixwazin berevanîya serwerîya Îraqê bikin.

Li Îraqê bi qasî 5000 leşkerên Amerîkî hene. Ew yekîneyên girêdayî hêzên koalîsyonê, leşkerên Îraqî perwerde dikin.

XS
SM
MD
LG