Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şêwirmendê Nû yê Ewlekerîya Amerîkî li Dijî Gotina ''Terorîzma Îslamî'' Ye


H. R. McMaster

Şêwirmendê nû ye ewlekarîya neteweyî ya Amerîka H.R. McMaster ji tîma xwe xwest ku ew di ti axaftina xwe de nebêjin ‘’terorîzma Îslamî ya tundrê’’

New York Times da zanîn ku McMaster bi tîma ewlekarîyê re civîneke berfireh li dar xistîye û dîyar kiriye ku Misilmanên kiryarên terorî pêk tînin tenê navê Îslamê xerab dikin, loma jî bikaranîna gotina ‘’terorîzma Îslamî ya tundre’’ şaş e.

Rojnameyê destnîşan kir ku wê nûçe ji zarê beşdarên civînê amade kiriye. Li gor nûçeyê, gotinên McMaster û şewirmendê berê Mcihael Flynn, ku karvekişîna xwe dabû, li dijî hevdu ne.

Daxwaza McMaster, dişibe terza serokên berê Barack Obama û George W. Bush. Her du serokan jî hewil dide ku terorîzm û Îslamê ji hevdu cihê binirxînin.

Stratejîstê pêş yê Serokê Amerîka Donald Trump, Stephen Banan jî di nav de, gelek rêvebirên payabilind yê Amerika li dijî Îslamê bi perspektîfeke cûda daxuyaniyan didin.

XS
SM
MD
LG