Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Amerîka û Îsraîlê Ser Îranê Danûstandin Kirine


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) William Burns û Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett roja Çarşemê axifîne.

Reutersê ragihand ku mijara serke ya axaftina Burns û Bennett, Îran bûye.

Meha borî, li Umanê dijî tankereke Îsraîlê êrîş li dar ketibû û ser ku Amerîka û Brîtanya, Tehran tawanbar kiribûn, girjîya li herêmê gur bûbû.

Di encama êrîşa dronî de du kes hatibûn kuştin û Îranê dîyar kiribû ku ti peywendîya wê bi êrîşê re tune.

Ofîsa Bennett ragihand ku, serokwezîrê Îsraîlê û Burns, di hevdîtina li Tel Avîvê de, di ser Îranê re derbarê rewişa Rojhilata Navîn û pêşdebirina hevkarîyê axifîne.

Li gor ragihanda ofîsa Bennett, Burns roja Sêşemê jî bi serokê sazîya îstixbaratê ya Îsraîlê David Barnea re ser bernameya navokî ya Îranê û dijwarîyên din yên li herêmê peyivîye.

XS
SM
MD
LG