Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Wergirên "Xelatên Jinên Wêrek ya Navnetewî Dîyar Dike


Jill Biden, Xanima yekê ya Amerîka di merasîma onlaynî ya 16'an ya Xelatên Jin ên Wêrek (IWOC) ya li Wezareta Derve li Washington, 14 Adar, 2022
Jill Biden, Xanima yekê ya Amerîka di merasîma onlaynî ya 16'an ya Xelatên Jin ên Wêrek (IWOC) ya li Wezareta Derve li Washington, 14 Adar, 2022

Amerîka bi merasîmeke onlaynî ya li Washingtonê "Xelatên Jinên Wêrek ya Navneteweyî" (IWOC) ya îsal dîyar kir.

Wezareta Derve ya Amerîka 12 jinên ji Kolombîya, Îraq, Lîbya, Myanmar, Vîetnam û welatên din wek xelatgirên IWOC ya 2022'an ragihand.

Wezaretê got ku van 12 jinan bo rêbêrîyê û bo kesên din dilxwazîya xwe ya fedakarîyê nîşan dane.

12 xelatgirên IWOC yên îsal ev in:
Syeda Rizwana Hasan, parêzerek jîngehê ji Bangladeşê; Simone Sibilio do Nascimento, yek ji dozgerên herî navdar yên Brezîlya; Ei Thinzar Maung, Cîgira Wezîrê Xizmetên Jin, Ciwan û Zarokan ya Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya ji opozîsyona demokrasîxwaz ya Myanmarê; Josefina Klinger Zúñiga, parêzvana mafên mirovan û jîngehê ya ji Kolombîya; Taif Samî Mihemed, cîgira wezîrê darayî yê Îraqê ku bi şerê dijî gendelîyê tê naskirin; Facia Boyenoh Harris, parêzera mafên jinan û aktivîsta dijî tundîya ser bingeha zayendî ya li Lîberya; wezîra derve ya jin ya yekê ya Lîbyayê, Najla Mangoush; Parlamentera Moldova Doina Gherman, ya ku beşdarbûna jinan diparêze; aktivîsta transgender Bhumika Shrestha ya ji Nepalê; Carmen Gheorghe, aktivîsta mafên jinan li Romanya,Roegchanda Pascoe, aktivîsta bo pêşîgirtina tawanên li Afrîkaya Başûr û rojnamevana zindankirî ya Vîetnamî Phạm Đoan Trang.

Phạm Đoan, rojnamevana girtî ya Vîetnamî

Rojnamevana Vîetnamî Phạm Đoan Trang beşdarî merasîma xelata onlaynî nebû, ji ber ku ew niha di girtîgehê de ye.

Pham Doan Trang bo mafên mirovan, serwerîya hiqûqê û beşdarîya tevahîya dengan ya li qadên sîyasî li Vîetnamê wek kesayetîyeke pêşeng tê dîtin.

Pham Doan Trang
Pham Doan Trang

Ew di 14'ê Rêbendana 2021'an de, bi neh sal zindanê hat ceza kirin, jiber "çêkirin, tomarkirin, belavkirin yan belavkirina agahî, belge û tiştên hemberî Komara Sosyalîst ya Vîetnamê," li gor Amnesty International.

Wezîrê Derve Antony Blinken di merasîma roja Duşemê de got ku "Em girtina wê ya neheq şermezar dikin. Em bang dikin ku demûdest were berdan."

Phạm Đoan Trang rojnamevaneke bi medyaya hukûmetê re bû berîya ku serbixwe ser demokrasî û hilbijartinên azad binivîsîne, li gor koma mafan The 88 Project.

Ei Thinzar Maung, xelatgira Burmeyê (Myanmar)
Jiber derbeya leşkerî ya 1'ê Sibata 2021'ê de, hikûmeta Myanmarê ya bi awayekî demokratîk hilbijartî, ya ku wek Burma jî tê zanîn, têk bir.

Ajansa Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) dibêje heya niha zêdetirî 800 hezar kes koçber bûne.

Cuntaya Myanmarê, di vê mehê de, hemwelatîbûna 16 kesên ji opozîsyonê yên navdar betal kir, di nav wan de endamên payebilind yên

Hikûmeta Yekîtîya Neteweyî (NUG), ya ku pêşengîya berxwedana dijî rejîma leşkerî dike, hene.

Ei Thinzar Maung jî di nav endamên NUG de ye ku hemwelatîbûna wê hatiye betalkirin.

Ei Thinzar Maung
Ei Thinzar Maung

Ew bi Xelata Jinên Wêrek ya Wezareta Karên Derve ya sala 2022-an hat xelat kirin; jiber pabendbûna wê ya bi demokrasî û xebata bo Myanmareke bihêz, berfireh û demokratîk ku rêzê li mafên mirovan digire.

Ei Thinzar Maung di peyama xwe ya bo merasîma xelatan de wiha got,
"Emê ti carî dev jê bernedin. Divê demokrasî jinû ve were ava kirin, serrast kirin."

Ei Thinzar tevî ku jiber êşkence û gefên kuştinê neçar dimîne xwe veşêre, ev tekoşîna xwe ya dijî derbeya leşkerî didomîne.

Ew jina herî ciwan e ku di hilbijartinên giştî yên Myanmarê de ku di sala 2020'an de hatine kirin, dibe berbijer.

Aktîvîsta mafên jin û ciwanan, Ei Thinzar Maung parastina mafên kêmhatîyên etnîkî jî dike.

Ei Thinzar Maung bo protestokirina qanûna perwerdehîya neteweyî ya ku zimanên etnîkî derve dihêle û sendîkayên xwendekaran sînordar dike, di 2015'an pêşengîya meşeke 644 kîlometreyî kir.

Lê, ew jiber vê çalakîyê hate lêdan û ji salekê zêdetir girtî ma.

Syeda Rizwana Hasan, xelatgira Bangladeşî
Parêzera Bangladeşî Syeda Rizwana Hasan jî îsal yek ji wergirên Xelata Jinên Wêrek ya Navneteweyî ye.

Wezareta Derve dibêje ku wê bo parastina jîngehê û parastina mafên Bangladeşîyên marjînal de wêrekiyeke bêhempa nîşan daye.

Wek berpirsa Komeleya Hiqûqzanên Jîngehê ya Bangladeşê, wê dozên dijî daristan, gemarî, dizîya keştîyan û destxistina axa neqanûnî qezenc kir.

Syeda Rizwana Hasan
Syeda Rizwana Hasan

"Li gor rewşa Bangladeşê, ev xelat girîng e ji ber ku nîşan dide ku xebata ser mijarên jingehê girîng e. Herwiha tê pejirandin ku ev karê dijwar ji hêla rêbereke jin ve tê kirin," Hesen di hevpeyvînekê bi Pişka Bangla ya Dengê Amerîka de got.

Ji alîyê din ve, xanima yekê ya Amerîka Jill Biden di merasîmê de, ser astengî û têkoşînên ku rûbirû mayîna xelatvanên jin didome, axifî.

"Ev xelatana 16 sal in dengê jinên cîhanê bilind kir; ronî da ser têkoşîn û hêza jinên li bakur, başûr, rojhilat û rojava yên cîhanê," Biden got.

Jill Biden destnnîşan kir ku wê çîrokên van jinan bibêjin, heke ku ew nikaribin jî.

XS
SM
MD
LG