Amerîka sînordakirinên ser derbazbûnê yên li tixubên Kanada û Meksîko jiber tedbîrên dijî vîrusa korona 30 rojên din dirêj kir.
Wezareta Ewlekarîya Navxweyî ya Amerîka dîyar kir ku ew sînordakirinên li tixubên Kanada û Meksîko, ku di Adarê destpê kiribûn û çaverê bû ku îro Çarşemê biqedîyana, heta 22’ê Hezîranê hatine dirêj kirin.
Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau ser dirêjkirina sînordarkirinan dîyar kir ku biryareke girîng e û da zanîn ku ewê bi vî awayî mafên xwe û Amerîka biparêzin.
Dirêjîya sînorê Amerîka û Kanada 8,891 kîlometre ye. Ew sînordarkirinên jiber vîrusa korona hatine ragihandin, rê li ber bazirganîya li sînor nagirin.