Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka: Meha Borî Pirtir ji 150 Hezar Kes Ketine Bazara Kar


Wezareta Kar ya Amerîka îro Înê ragihand ku di meha borî de pirtir ji 150 hezar kesên nû ketine bazara kar ya Amerîkî.

Raporta wezaretê nîşan dide ku aborîya Amerîkî, piştî sistbûna dûrûdirêj ya jiber pandemîya korona ber bi baştirbûnê ve dihere.

Lê, pisporên aborîyê bal dikşînin ku hejmara karên nû ji yek mîlyonî hindiktir e û ji pêşbînîyên berê kêmtir e.

Di raportê de tê gotin ku 850 hezar karên ne cotkarî zêde bûne ku ew hejmara di Gulanê de 583 hezar bû.

Di warê kêfxweşî û otelvanîyê de jî 343 hezar karên nû peyda bûne ku ew jî % 40 karên nû yên li Amerîka ne.

XS
SM
MD
LG