Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka, Koreya Bakur Jinûve Xist Lîsteya Dewletên ku Piştgirîyê Didin Terorê


Serokê Amerîka Donald Trump, piştî 9 sal Koreya Bakur jinûve xist lîsteya ‘’dewletên ku piştgirîyê didin terorê’’

Trump dîyar kir ku ewê toleyên dijî Koreya Bakur berfirehtir bikin. Li ber e ku toleyên nû sibê Sêşemê werin ragihandin.

‘’Ew biryara divê ji berê de bihata dayîn. Koreya Bakur gelek car piştgirîya kiryarên terorî yên navneteweyî kir’’ Trump got.

Serok Trump da zanîn ku divê Koreya Bakur li gor hiqûqê tevbigere û bernameya xwe navokî bi dawî bike.

Îran, Sûrîye û Sûdan jî di lîsteya Amerîka ya ‘’dewletên ku piştgirîyê didin terorê’’ de ne.

Koreya Bakur, di sala 2008’an de ser danûstandinên bo bernameya navokî ji alîyê Serokê Amerîka yê wê demê George W Bush, ji lîsteyê hatibû derxistin.

XS
SM
MD
LG