Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îstixbarata Amerîka bo Belavbûna Vîrusa Korona li Ser Du Teorîyan Disekine


Îstisbarata Amerîka derbarê destpêka vîrusa korona li ser du teorîyan disekine.

Du sazîyên îstixbaratê îdia dikin ku vîrusa korona ji heywanan derbazî însanan bûye û sazîyeke din jî dibêje dibe ku vîrus ji laboratuvarekê bi qezayekê belav bûye.

Seroktîya Îstixbarata Neteweyî ya Amerîka bi daxuyanîyekê da zanîn ku ew li ser du gumanan disekinin û dîyar kir ku bo biryareke zelal hîn agahîyên pêwîst tune ne.

17 sazîyên koma îstixbaratê hene û di daxuyanîyê de nehat eşkerekirin ku kîjan sazîyan piştgirîya wan teorîyan kirine.

Lê, di daxuyanîyê de hat gotin ku meyla li ser wan teorîyan di asteke kêm û orte de ye.

Serok Joe Biden jî roja Çarşemê dîyar kiribû ku îstixbarata Amerîka bo vîrusa korona ser du teorîyan disekine.

Biden gotibû ku wî ji îstixbarata Amerîka xwestiye ku lêkolînên xwe yên ser vîrusa korona du qat zêde bikin û heta 90 rojî raporekê bi wî din.

XS
SM
MD
LG