Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WSJ: Amerîka Dijî Koçberan 5000 Leşker Dişîne Sînorê Meksîka


Du karbidestên Amerîkî bi şertê ku navên wan eşkere nebe ji AP’ê re ragihand ku ew dê bo rê li ber bi hezaran koçberên ku ji welatên Amerîka Navîn tên bigirin, 5000 leşker bişînin sînorê Meksîka.

Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) jî dîyar kir ku 5000 hezar leşker dê li sînorê Meksîka bi cîh bibin.

WSJ îdia kir ku Serokê Amerîka Donald Trump berî hilbijartina Mijdarê ''di ser koçberan re dixwaze bawerîya bo xwe xurt bike.''

Serok Trump ji Twitterê dîyar kir ku ''ti kes bê rêyên neqanûnî nikare di hindurê Amerîka keve.''

‘’Ji kerema xwe vegerin, ger hûn di rêkên qanûnî re derbaz nebin, Amerîka we nastîne. Ew dijî welatê me dagirkerî ye û artêşa me li benda we ye!’’ Trump nivîsî.

Trump ser hejmara leşkeran ti agahî neda û Pentagonê jî ser îdiayên AP’ê û WSJ’ê ti daxuyanî belav nekir.

XS
SM
MD
LG