Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Moderna Ser 100 Mîlyon Perpûna Vîrusa Korona li Hev Dikin


Serokê Amerîka Donald Trump bi preskonferansekê dîyar kir ku wan bi kompanîya Amerîkî ya bi navê Moderna re ser 100 mîlyon perpûna vîrusa korona li hev kiriye.

Donald Trump bi bîr xist ku wan xênji Moderna, bi kompanîyên din yên di nav wan de Johnson&Johnson, Sanofi, GlaxoSmithKline hene jî peyman îmza kiriye.

Trump da zanîn ku ceribandinên sê perpûnên vîrusa korona di qonaxa sêyê de ne.

Wî got ku ew nêzî dîtina perpûna vîrusa korona ne û da zanîn ku gava perpûn hazir be, ewê artêşa Amerîkî wê belav ke.

Tê texmîn kirin ku peymana Amerîka û Moderna bi qasî 1,5 mîlyar dolarî ye.

Amerîka bi peymanên din yên bi kompanîyên din re jî hewil dide ku heta dawîya salê perpûnê belav ke.

Perpûna vîrusa korona ya Moderna, ku di ceribandinên klînîk de di qonaxa dawî de ye, li ser 30,000 kes tê ceribandin. Li ber e ku ew ceribandin di meha Îlonê de encamê bidin.

Rojnamevanan ji Serok Trump nêrînên wî yên ser Senatora California Kamala Harris, ku Joe Biden wek berbijara cîgirîya serok ragihandibû, pirsîn.

Trump da zanîn ku ew bi biryara Biden şaş bûye û dîyar kir ku Harris di bernameyên nîqaşan de dijî Biden bi awayekî ‘’tewş’’ axifîye.

Wî ser Kamala Harris got ku ‘’Belkî dijî Biden, ji Pokahontas jî tewştir bû’’. Donald Trump, bo Senatora Massachussets Elizabeth Warren, ku gotibû ku pêşîyên wî Amerîkîyên resen in û ji Partîya Demokrat bo hilbijartina seroktîyê bûbû berbijar, car caran dibêje ‘’Pokahontas’’

Trump da zanîn ku Kamala Harris, di qonaxa berbijarîya Brett Kavanaugh ya bo Dadgeha Qanûna Bingehîn de, dijî wî ‘’pir tewş’’ tevegerîye û got ku ‘’Ezê vê ji bîr nekim.’’

Serok Trump dîyar kir ku lîberal dixwazin sînoran vekin û berevanîya wan bajarên ku bo koçberan navend in bikin û mafên bingehîyên yên Amerîkîyan ji dest wan bigirin.

Wî da zanîn ku Kamala Harris dixwaze ku bacan zêde bike, berên petrolan qedexe bike û jêderên artêşê qut bike.

Trump bi bîr xist ku jimareke berbijaran di pêşhilbijartinan de ji Kamala Harris pirtir deng sitandine û dîyar kir ku pêşhilbijartin jî mîna anketan e.

Donald Trump di preskonferansê de ser bûyerên tundûtûjîyê yên li Portland, Chicago û Seattle jî peyivî.

Trump dîyar kir ku divê eyalet bo têkoşîna dijî wan bûyeran hemî hêzên xwe bikar bînin. Wî da zanîn ku li Portland ya eyaleta Oregonê ‘’anarşîstên çepgir yên tundrê’’ bûyeran çêdikin û îdia kir ku Demokrat dixwazin ku hemî der bişibin Portlandê.

XS
SM
MD
LG