Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîgirê Serokê Amerîka yê Berê Mondale Jîyana Xwe ji Dest Daye


Mondale û Biden, 2015
Mondale û Biden, 2015

Yek ji cîgirên serokê Amerîka yên berê Walter Mondale di 93 salîya xwe de canê xwe ji dest da.

Walter Mondale yê Demokrat di dewra Jimmy Carter de cîgirî kiribû.

Malbata Mondale bi daxuyanîyekê ragihand ku wî li Minnesota jîyana xwe ji dest daye, lê sedema mirina wî eşkere nekir.

Mondale di navbera 1977 û 1981’an de cîgirîya Jimmy Carter kiribû û ew di Partîya Demokrat de bi lîberalîya xwe dihat naskirin.

Ew di hilbijartinên seroktîyê yên sala 1984an de li hember Ronald Reagan yê Komarî bûbû berbijarê Demokratan, lê bi ferqeke mezin têk çûbû.

XS
SM
MD
LG