Serokwezîrê Norwêcê Jonas Gahr Støre îro Şemiyê ragihand ku firokeyeke leşkerî ya Amerîka di dema rehênana perwerdehîyê ya NATO'yê de li welatê wî ketiye.
Jonas Gahr Støre dîyar kir ku 4 endamên leşkerîya Amerîkî ku di firokeyê de bûn, di encama qezayê de jiyanên xwe ji dest dane.
"Leşker beşdarî rehênana 'Bersîva Sar' ya NATO'yê dibûn. Em ji malbat, xizm û hevalên leşkeran û herwiha ji yekîneya wan re ser saxiyê dixwazin," Gahr Støre got.
Hêza Deryayî ya Amerîka jî bi daxuyanîyeke ragihand ku di dema rehênana perwerdehîyê ya li Norwêcê de, çar endamên wê yên di firokeya MV-22B Osprey de, rastî qezeyake hatine.
Lê, wê nasnameyên leşkeran dîyar nekir û rewşa wan de jî zêdetir hûrgulî neda.
Hêza Deryayî di derbarê çavanîya qazayê ti agahî eşkere nekir.
"Tevî ku xizmeta leşkerî bi xwezayî xeter e jî, ewlehî ya Hêzên deryayî yên me, hevalbend û hevkarên me pêşînêya me ye. Dilê me bi malbatên ku ji van bûyeran bandor bûne re ye," Hêza Deryayî got
Hêza Deryayî hevdem da zanî n ku ser bûyerê ji hêla sazîyên Norwêcî û Amerîkî ve lêpirsîn tê meşandin.