Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka ji Civata Mafên Mirovan ya NY'ê Vedikişe


Amerîka ragihand ku biryar daye ku ji Civata Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) vekişe.

Biryara vekişîne, Balyoza Amerîka li NY’ê Nikki Haley li Wezareta Derve ya Amerîka bi Wezîrê Derve Mike Pompeo re ragihand.

Haley dîyar kir ku Civata Mafên Mirovan ‘’ne sazîyeke hêjayî navê xwe ye’’

Haley got ku Amerîka par bi awayekî eşkere daye zanîn ku eger ‘’reformên hewce werin kirin’’ ewê di civatê de bimînin, lê guh nedane bangên guherîne.

Haley dîyar kir ku civat dijî Îsraîlê ‘’alîgirîyeke kronîk’’ dike û endamtîya Çîn, Kuba û Venezuela, ku bi binpêkirina mafên mirovan tên tawanbar kirin, rexne kir.

Nikki Haley da zanîn ku eger civat reformê bike, Amerîk dê jinûve beşdarî wê bibe.

XS
SM
MD
LG