Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Alîkarîya bo Pakistanê Qut Dike


Amerîka biryar da ku alîkarîya ku 30o mîlyon dolar bû nede Pakistanê.

Rêvebirîya Amerîka dîyar kir ku Îslamabad dijî çekdaran bi awayekî tund tevnagere.

Amerîka bang li Pakistanê dikir ku cîh nede çekdarên ku dijî Afganistanê êrîşên çekdarî pêk tînin.

Karbidestên Pakistanî didin zanîn ku di têkoşîna dijî terorê de bi mîlyaran dolar xerc dikin û gelek kes jî di vê têkoşînê de hatine kuştin.

Serokê Amerîka Donald Trump di serê salê de dîyar kiribû ku Pakistan bo alîkarîya Washingtonê, ‘’tenê derew û xapandinê’’ dide.

Berdevkê Pentagonê Kolonel Kone Faulkner dîyar kir ku ewê alîkarîya bo Pakistanê di karên din yên demûdest de bikar bînin.

Bu alîkarîya bo Pakistanê raweste divê Kongres biryarê bipejirîne.

XS
SM
MD
LG