Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Li Amerîka Hejmara Pêketinên Vîrusa Korona Şeş Hefteyên li Dû Hev Kêm Bûye


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Amerîka hefteya borî hejmara herî biçûk ya keysên vîrusa korona ya saleke dawî tomar kiriye.

Rapora Reutersê dide zanîn ku li Amerîka pêketinên nû li gor hefteya borî 26 ji sedê kêm bûye û daketiye bin 180 hezarî.

Hejmara keysên nû li ser hev şeş hefteyan kêm bû û gihişt asta nizm ya herî dawî di Hezîrana 2020’an de hatibû qeyd kirin.

Dîsa di Gulana 2021’an de hejmara mirinên vîrusa korona daket asta Adara 2020’an.

Di navbera 16 û 23’yê Gulanê de hejmara kesên ji vîrusa korona canên xwe ji dest dane 5 ji sedê daket û bû 3969.

Li nexweşxaneyên Amerîka hejmara nexweşên ku jiber vîrusa korona têne dermankirin jî 14 ji sedê daket.

Ew daketin li ser hev pênc hefteyan dom kir û gihişt asta Nîsana 2020’an.

XS
SM
MD
LG