Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters : Amerîka Bo Penaberên Afganî li Eyaleta Virginia Navendeke Nû Vedike


Penaberên Afganî (Arşîv)
Penaberên Afganî (Arşîv)

Hikûmeta Amerîkî li bere ku jibo pirtir penaberên Afganî li eyaleta Virginia navendek nû veke.

Li gor çar jêderên agahdar, berîya ragihandina fermî ya wê projeyê, karbidestekî asayîşa eyaletê di derbarê planê de xema xwe anîbû ziman.

Tê pêşbînî kirin ku ev navenda jiber ku hikûmeta Amerîkî 8 bingehên paşîn yên leşkerî digire, yên ku bi deh hezaran mirovên ku ji Tebaxa 2021'an ve ji Afganistanê hatine derxistin, vedihewîne.

Karbidestekî payebilind yê Amerîkî ji Reutersê re got, navenda nû dê ji hêla gelek ajansên Amerîkî ve ku bi niştecîkirinê re têkildar in û dibe ku di dawîya Sibatê yan di destpêka Adarê de were vekirin, were rêvebirin.

Navend wê li Leesburg, Virginia be, li gor gotina du jêderan ku nexwestine navê wan were eşkere kirin.

Wezareta Ewlekarîya Navxweyî ya Amerîka (DHS) di daxuyanîyekê de ji Reutersê re ragihand ku ew hîn hîn jî bo piştrastkirina cihê navendê dixebitîn.

XS
SM
MD
LG