Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Bo Çareserîya Derkirîna Petrolê Hizra Sivikkirina Toleyên Dijî Venezuela Dike


Dîmeneke ji navendekî petrolê ya li Venezuela (Arşîv)
Dîmeneke ji navendekî petrolê ya li Venezuela (Arşîv)

Ajansa nûçeyan ya Reuters îro Çarşemê ragihand ku karbidestên Amerîkî ji Venezuela xwestiye ku herî kêm beşek ji derkirîna petrolê ji Amerîkî re peyda bike.

Retutersê ev agahî ji zarê du jêderan ragihand.

Amerîkayê ev daxwaza di berdêla peymaneke bo sivikkirina toleyên bazirganîya petrolê ya ser ser Venezuela ya endamê OPECê, kiriye.

Karbidestên Amerîkî roja Şemîyê piştî salan bi Serokê Venezuela Nicolas Maduro re li paytext Caracas bo danûstandinên dualî yên cara yekê, civîyan.

Wan da zanîn ku pêşînîya wan ewlekirina kelûpelên bo Amerîka ye, jêderan ji Reutersê re got.

Heman jêdaran got ku karbidestan ji hevtayên xwe yên Venezuelayî re dane zanîn ku sivikkirina toleyên Amerîkî wê girêdayê şandina rasterast ya petrola Venezuela ji Amerîka re be.

Serokê Amerîka Joe Biden do Sêşemê wek bersîva dagirkirina Ukraynayê û givaştina aborî ser Moskowê derkirîna petrola ji Rûsya qedexe kir ku hevalbenda serekî ya Venezuela ye.

Dîplomatên Amerîkî dixebitîn ku li çaralîyê cîhanê enerjîyê peyda bikin da ku astengîyên di derkirîna petrol û gaza Rûsî ya jiber toleyan yan şer derdikevin holê, çareser bikin.

Venezuela ji 2019'an vir ve, di bin toleyên petrolê yên Amerika de ye û heke ew toleyana werin rakirin dibe ku petrola xam jinûve bifroşe.

Wezareta Derve ya Amerîka û kompanîya enerjîyê ya dewleta Venezuela PDVSA heya niha bersîva daxwazên şîrovekirinê nedane.

XS
SM
MD
LG