Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dê ji Pfizerê 100 Mîlyon Perpûna Vîrusa Korona Bistîne


Wezîrê Saxlemî yê Amerîka Alex Azar dîyar kir ku hikûmetê bi Pfizer ya kompanîya dermanan re ser 100 mîlyon perpûna vîrusa korona peyman îmza kiriye.

Peyman, piştî pejirandina perpûna vîrusa korona dê di merîyetê keve.

Alex Azar ji Fox Newsê re da zanîn ku Pfizer dê ji meha Berfanberê dest bi çêkirina wan 100 mîlyon perpûnên vîrusa korona bike û got ku ew dikarin 500,000 perpûnên din jî bistînin.

Li gor daxuyanîyên Wezareta Saxlemî û Wezareta Berevanî, Pfizer dê perpûnên vîrusa korona piştî ceribandinên mezin yên klînîk û ruhsatê, wan bide.

Pfizer bo perpûna vîrusa korona bi Biontech re, ku kompanîyeke bîyoteknolojî ya Alman e, dixebite.

Her du kompanîyan ragihand ku Amerîka dê bo perpûnan 1,95 mîlyar dolar bide ku ew di dîroka wî welatî de bo perpûnan hejmara herî bilind e.

Kompanî dibêjin ku heta ku neyê îspat kirin ku perpûn bi bandor in û ew dê ji hikûmetê ti pereyan nestînin.

Alex Azar da zanîn ku niha bo wan pênc xebatên pêşketî yên perpûna vîrusa korona hene û sê ji wan encamên erênî dane ku xênji Pfizerê, Moderna û AstraZenea jî nêzî perpûnê bûne.

XS
SM
MD
LG