Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Federal Yên Amerîkî bi Şert ji Portland Derdikevin


Rêveberiya Serok Donald Trumpî roja Çarşemê jibo vekişandina hêzên federal ji Portlandê peymanek qebûl kirbû, ku pevçûnan li wî bajarî bi dawî bînin, lê derbarê dema vekêşandinê nakokî derketin.

Waliyê Oregon Kate Brown got, hêzên federal dê roja Pêncşemê destpê bikin bi plan derbikevin.

Belê Wezîrê Ewlehîya Amerîka Chad Wolf da zanîn ku efser dê vekişin tenê heke hêzên herêmê garantî bidin ku dê ewlehîya dadgeha federal bicih bînin.

Rêveberiya Trumpî di destpêka vê mehê da tîmên taktîkî yên federal şandibûn da ku di bajarên rojava da protestoyên dijî nîjadperestî û zordestîya polîsan rawestînin.

Di wan protestoyan da pencere hatibûn şikandin û grafîtî li ser avahîya dadgeha federal û avahîyên din jî, hatibûn nivîsandin. Belê hinartina hêzên federal rewşa wê derê xirabtir kiribû.

Di daxuyanîya xwe da, Wolfî got ku ew û hakima bajêr Brown "li ser planeka hevbeş pêkhatine ku li Portlandê dawîyê li çalakîyên tûnd û tûjîyê bînin, yên li ser milkê federal û efseran çê dibin.

"Di çarçova wê planê da ragirtina hêzek xurt ya polîsên eyaleta Oregon li bajarê Portland da heye," Wolfî got.

Lê Wolfî jibo vekişandinê demek diyar nekir, û tekez kir ku hêzên federal dê li Portland bimînin heta ku dihêt zanîn êdî di wî bajarî da êrîş li ser milkê federal nahêt kirin.

Tevî ragihandina Wolfî, Trumpî xwepêşander wekî anarşîst binav kirin û dubare amaje bi pêwîstîya hêzên federal kir di wî bajarî da û gefa hinartina hêzên Parastina Netewî kir heke tûnd û tûjî dewam bikin.

Di wê navbeynê da rêveberîya Trumpî hêzên federal şandine bajarên weke Chicago, Kansas City û Albuquerque da ku hêzên herêmî li wan bajaran xurt bikin.

Digel daxuyanîya roja Çarşemê rêveberîya Trumpî got ew hêzên federal dê bişînin sê bajarên din yên Amerîkayê, Cleveland, Detroit û Milwaukee.

Şaredarê Portland Ted Wheeler pêşwaziya vekêşana efserên ji bajarê wî kir û got hebûna wan li bajarî bibû sedema tirs û lerzan. Wî her wiha da zanîn ku şîyanên Oregon têrê dikin ku kêşeyên Oregonê çareser bikin.

XS
SM
MD
LG