Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Rêvebirîya Rîyadê Ser Kuştina Xaşiqcî Şermezar Dike


Nûnerê Amerîka yê li Civata Mafên Mirovan yên Neteweyên Yekbûyî (NY) Mark Cassayre dîyar kir ku rêvebirîya Rîyadê jiber kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî şermezar dikin.

Cassayre di daxuyanî de got ku ‘’Em vê kuştina plankirî şermezar dikin’’

Piştî kombûna civatê, ku 47 endamên wê hene û vê carê mafên mirovan yên li Erebîstana Saudî hat peyivîn, Cassayre bang li karbidestan kir ku li gor qanûnan vekolîneke berfireh bikin û encamên wê bi bîragiştî re parve bikin.

Nûnerê Erebîstana Saudî Bandar El Ayban di civînê de beravanîya rêvebirîya Rîyadê kir û û da zanîn ku Qral Selman ferman daye ku tawanbar werin dîtin û darizandin.

Xaşiqci, herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Erebîstana Saudî berî îdiayên kuştina Xaşiqcî red kiribû lê piştre dabû zanîn ku Xaşiqcî di pevçûneke li konsulxaneyê de hatiye kuştin.

Rêvebirîya Rîyadê dîyar dike ku li ser kuştina Xaşiqci 18 kes hatine girtin, lê termê wî heta niha jî hîn nehatiye dîtin.

XS
SM
MD
LG