Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka Nîqaşên Ser Mafê Jiberbirina Zarokan Germ Dibin


Dimeneke ji protestoyên piştî ku Pêşnivîsa Biryara Dadgeha Bilind ya ser mafê biryara jiberbirina zarokan eşkere bû.
Dimeneke ji protestoyên piştî ku Pêşnivîsa Biryara Dadgeha Bilind ya ser mafê biryara jiberbirina zarokan eşkere bû.

Malpera nûçeyan ya Amerîkî Politico roja Duşemê pêşnivîsa biryara Dadgeha Bilind ya ser mafê biryara jiberbirina zarokan (ducanî - kurtaj) ya jinan eşkere kir; ya ku betalkirina biryara ku wek Roe v. Wade, tê bi nav kirin, pêşnîyar dike.

Politico, belgeya Dadgeha Bilind bi dizî bi dest xist û weşand.

Biryara Roe v. Wade ya ku di 1973’an de hatibû wergirtin, kurtaj li Amerîka qanûnî kiribû û herwiha jinan mafê jiberxwebirinê bi dest xistibûn.

Eşkerebûna nerîna dadgehê ku bi meraq dihat çaverê kirin, ya ku dîroka nûjen de nehatiye dîtîn, li Washington DC ya paytexta Amerîka de bû sedema alozîyan û li seranserê welêt protesto têne kirin.

Demokratan pêşnivîsa biryara Dadgeha Bilind ya eşkerekirî wek "sînordarkirina herî mezin ya mafan di 50 salan de" şermezar kirin û wan soz dan ku wê bo parastina mafên kurtajê qanûnan derxînin.

Komarîyan nerîna ragihandinê ya ku ji hêla dadwerê parêzkar (muhafizkar) Samuel Alito ve hatiye nivîsandin, kêfxweşîya dîyar kirin.

Her çend hin nîqaşên dawî yên dadgeha bilind yên navxweyî bi medya re hate parve kirin jî, berîya ragihandina Politico ya Duşemê ti carî pêşnivîsa biryareke bi tevahî nehatib û eşkere kirin.

Her wiha ev yek bû sedema nirxandinên wek sazîyeke pêbawer ya wiha di bin givaştinan de hildiweşe.

Dadgeha Bilind ji neh dadweran pêk tê ku şeş ji wan parêzkar (muhafizkar) in û sê yên mayî jî lîberal in.

Dadwerê serekî John Roberts - li gor Politico, hîn nêrîna piranîya ya Alito û çar dadwerên din yên muhafazakar ne pejirandiye- ser eşkerekirina pêşnivîsa biryarê şermezarîyeke tund ragihad.

"Ev binpêkirineke yekane û berbiçav e, ya ku pêbawerîya bo Dadgeh û civata karmendên giştî yên ku li vir dixebitin re, neheqîyek e," Roberts got.

Di bingeha vê doza Dadgeha Bilind de, qanûneke eyaleta Mississippi heye ku piştî 15 hefteyên bo jinên ducanî, kurtajê qedexe dike.

Di dema nîqaşên devkî yên Berfanbarê de, dadwerên muhafezekar yên dadgehê amade bûn ku qanûnê biparêzin, lê wan nîşan nedan ku ew ser betalkirina biryara 1973’an de hevbîr bûne.

Çend pirsên di derbarê eşkerebûna pêşnivîsa biryarê Dadgeha Bilind:

Bi eşkerebûna biryarên Dadgeha Bilind çiqas pir pêk tên?'

Pir kêm. Dadgeh bo ku dadwer ji zextên raya giştî biparêze, nîqaş û peyvajoyên xwe yên navxweyî, bi rengekî nepenî rêve dibe.

Lê, dema ku ramanên dadgehê di demên nûjen de bi dizî nehatine eşkere kirin, li gor profesorê hiqûqa medyayê ya Zanîngeha Georgia Jonathan Peters, dîroka parvekirinên bêdestûr yên biryar û nîqaşên dadgehê heta nîvê sedsala 19’an, diçe.

Rojnameya New-York Tribune, di 1852’an de 10 roj berî ragihandina wê ya fermi, encama biryara dadgehê ragihand, Peters got.

Di sala 1972 de, The Washington Post, di doza Roe v. Wade de, hûrguliyên danûstandinên navxweyî yên dadgehê ragihand berîya ku dadwer biryara xwe eşkere bikin.

Lê, pispor dibêjin ku ew eşkerekirinen berê li gor ya ku ji Politico re hatî dayîn, pir sivik dimînin.

Dibe ku kê belgeyên DAdgeha Bilind bi dizî dabe Politico, eşkere kiribe?

Dadwerê serekî John Roberts bi daxuyanîyeke ferman da hêzên ewlekarî yên Dadgeha Bilind ku di derbarê bi dizî parvekirina belgeyên dadgehê de, lêpirsîneke bide destpê kirin.

Sarah Parshall Perry, pispora dadmendî ya payebilind li Weqfa Heritage, ji Dengê Amerîka re got ku polîsê navxweyî yê Dadgeha Bilind, desthilatdar e ku lêpirsîneke bike jiber hem qanûnên federal û hem jî yên herema Washington, DC hatine binpe kirin.

Tê ragihandin ku navbera 50 – 100 kesan dikaribûn bigehijan belgeya eşkerekirî; di nav wan de neh dadwer, 37 karmend - yên revebirî, karmendên avahî û nobedarên ewlekarî hene.

Lê, pispor gumanbar in ku wê kes yan kesên ku ew belge dane Politico were tespît kirin.

Gelo bi parvekirina belgeya Dadgehê tawan hatiye kirin?

Ne dîyar e ka ev eşkerekirin tawanbarîyeke derdixîne hole yan na. Ger kesek erkdar xwe bigehîne belgeya dadgehê û eşkere bike, dibe ku jiber dizîya milkê hikûmetê, doz were vekirin.

Ger dadwerek Dadgeha Bilind beşdarî eşkerekirina belgeyê bû, ew dikare ji hêla Kongresê ve were tawanbar kirin.

Di dîroka Amerîka de de hay niha tenê yek dadwer - Samuel Chase di destpêka sedsala 19’an de – hatiye tawanbar kirin, lê ti kes nehatiye mehkûm kirin û ji dadgehê nehatiye avêtin.

XS
SM
MD
LG