Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka 1000 Leşkerên Din Dişîne Rojhilata Navîn


Wezîrê Berevanîya Amerîka yê Serkar Patrick Shanahan dîyar kir ku ewê 1000 leşkerên din bişînin Rojhilata Navîn.

Shanahan bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku hêza nû dê dijî gefên Îranê û bo berevanîya leşkerên li herêmê were şandin.

‘’Bo ewlekarîya leşkerên me yên li herêmê û herwiha bo parastina berjewendîyên me yên neteweyî me biryareke wisa da’’ Shanahan got.

Wî di daxuyanîyê de dîyar kir ku armanca Amerîka ne pevçûneke bi Îranê re ye.

Leşkerên Amerîkî dê li kû bi cîh bibin hîn ne eşkere ye.

Berî daxuyanîya Shanahan, Pentagonê bi hin wêneyên nû îdia kir ku tilîya Îranê di êrîşa li Kendava Umanê de heye.

Îran van îdiayan red dike û dide zanîn ku Amerîka dijî kempeyneke dijî Tehranê dimeşîne.

XS
SM
MD
LG