Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hemwelatîyên Xwe bo Serdana Rûsya Hişyar Dike


Wezareta Derve ya Amerîka, bo Rûsya hişyarîya serdanê kir. Li gor hişyarîyê, dibe ku jiber Kupaya Cîhanî ya Futbolê li Rûsya êrîşên terorî li dar kevin û hemwelatîyên Amerîkî jî gelek caran ji alîyê karbidestên ewlekarî yên Rûs ve tên aciz kirin.

Wezareta Derve da zanîn ku organîzasyonên navneteweyî bala terorîstan dikşîne û dibe ku ew dijî stadyuman, navendên gerûgeştê, rawestgehan û avahîyên hikûmetê êrîşan li dar xînin.

Di hişyarîyê de tê ragihandin ku polîsên Rûs û karbidestên din gelek caran hemwelatîyên Amerîkî acizn dikin, bi çavekî nerind li wan dinêrin û hin caran jî pereyên wan bi zorê ji wan distînin.

Wezaretê dîyar kir ku karbidestên balyozxaneyê yên bo alîkarîya hemwelatîyên Amerîkî hatine erkdar kirin jî bi sedemên nemaqûl tên rawestandin û kar dereng dibin.

XS
SM
MD
LG