Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dê Dijî Rûsya Toleyên Nû Ragihîne


Amerîka dîyar kir ku dê dijî Rûsya jiber jehrkirina sîxurekî Rûs û keça wî toleyên nû ragihîne.

Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyekê da zanîn ku Rûsya di jehrkirinê de çekên kîmyayî bikar anîne û hiqûqa navneteweyî binpê kiriye.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Rûsya dijî hemwelatîyên xwe çekên kujer yên kîmyayî û bîyolojîk bikar tîne.

Sîxurê berê Sergey Skripal û keça wî, di meha Adarê de li Salisbury ya Brîtanya bi gaza sînîrê hatibûn jehr kirin.

Brîtanya jiber êrîşê Rûsya tawanbar dike, lê Kremlîn wan tawanbarkirinan bi tundî red dike.

Piştî êrîşa meha Adarê, di hemwelatîyên din yên Brîtanya jî bi heman gazê hatin jehr kirin.

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku dê toleyên nû li dora 22’yê Tebaxê destpê bikin.

XS
SM
MD
LG