Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka, Rûsya Ser Rewişa Navalny Hişyar Dike


Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesira Sipî Jake Sullivan, Rûsya ser rewişa rêberê rikeberîyê Alexei Navalny hişyar kir.

Doktoran dîyar kiribûn ku rewişa Navalny yê di girtîgehê de xirab e û gotibûn guman heye ku ew heta çend rojan canê xwe ji dest bide.

Sullivan ji kanala CNN’ê re da zanîn ku wan bi hikûmeta Rûsya re peywendî çêkiriye û got ku ger li girtîgehê tiştek were serê Navalny ewê berpirs Moskow be.

Wî dîyar kir ku ger Navalny canê xwe ji dest ewê hin encamên wê jî hebin.

Navalny yê 44 salî gotibû ku di girtîgehê de ew nayê dermankirin û dest bi greva xwebirçîkirinê kiribû.

Doktor dibêjin ku rewişa gurçikên Navalny ne rind e û çavên wî jî wek berê nabînin.

Rûsya, di meha Sibatê jiber binpêkirina serbestbûna bi şert, du sal û nîv cezaya girtîgehê dabû Navalny.

Navalny li Almanya jiber jehrkirinê hatibû derman kirin û ew di vegera Rûsya de li firîngehê hatibû girtin.

Roja Înê pirtir ji 80 nivîskar, derhêner û rojnamegeran bi nameyekê ji Serokê Rûsya Vladimir Putin xwestibûn ku Navalny li gor rewşa xwe were derman kirin.

Karbidestên girtîgehê dibêjin ew dixwazin ku Navalny were derman kirin, lê didin zanîn ku ew dixwaze ku bi xwe doktorê xwe bibijêre.

Çaverê ye ku wezîrên derve yên Yekîtîya Ewrupa (YE) roja Duşemê ser rewişa Navalny biaxifin.

XS
SM
MD
LG