Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Rûsya Hazirîya Hevdîtinan Dikin



Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki dîyar kir ku ewê karbidestên Amerîka û hevbendên wê di hefteya pêş de bi berpirsên Rûs re ser maytekirina li hilbijartinan, peymanên çekan, Ukrayna û mijarên din biaxifin.

Psaki ji rojnamevanan re da zanîn ku şandeyên Amerîkî dê di hevdîtinan de fikarên xwe yên ser kiryarên Rûsya yên bo ewlekarîyê yên li Ewrupa ragihînin.

Washington hewil dide ku Rûsya ya li sînorê Ukrayna bi hezaran leşker bi cîh kirine ji dagirkirina Ukrayna vegerîne.

Karbidestên Amerîkî dê di hefteya pêş de bi berpirsên Rûs re sê civînan li dar xin.

Hevdîtina pêşî dê di 10’ê Rêbendanê de li dar keve ku di wê de Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka Wendy Sherman dê Washingtonê temsîl bike.

Di 12’ê Rêbendanê de dê li Brukselê konseya NATO û Rûsya çêbe.

Di 13’yê Rêbendanê de jî dê li Vîyana ser ewlekarîya Ewrupa hilcivînek li dar keve û endamên Amerîka û Rûsya dê li wê civînê hazir bin.

Psaki di axaftina xwe de bi bîr xist ku Rûsya di sala 2014’an de Qirim dagir kiriye, ketiye Gurcistanê.

Wê da zanîn ku Moskowê çekên kîmyayî bikar anîne û peymanên kontrolkirina çekan binpê kirine.

Berdevika Qesira Sipî got ku ewê di civînên bi karbidestên Rûs re fikarên xwe bibêjin.

Serokê Rûsya Vladimir Putin ji NATO garantî dixwaze ku ew xwe berfirehtir neke û Ukrayna neke endama xwe.

Serok Joe Biden dibêje ger Rûsya, Ukraynayê dagir bike ewê Amerîka û hevbendên wê bi tole û hin gavên din bersîvê bidin Moskowê.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG