Serok Joe Biden dîyar kir ku dibe ku ew dijî sektora neft û gaza xwezayî ya Rûsya jî toleyan ragihînin.
Li ser pirsa, ka ewê dijî sektora neft û gaza xwezayî ya Rûsya toleyan ragihînin yan ne, Biden got ‘’Her tişt li ser maseyê ye’’
Berî Biden, Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki jî dabû zanîn ku Amerîka ser ragihandina toleyên dijî sektora neft û gaza xwezayî ya Rûsya ‘’pir eşkere’’ ye.
Psaki ji MSNBC re dîyar kir ku ‘’Ew mijar li ser maseyê ye’’ û got divê ew hemî bandorên wan toleyan binirxînin.
Amerîka ser dagirkirina Ukrayna hîn dijî petrola Rûsya ti tole ranegihandiye.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê da zanîn ku Amerîka paketeke nû ya toleyan ya dijî olîgark û kompanîyên Rûs hazir dike.
Hefteyeke piştî dagirkirina Ukrayna, warîla petrolê rabû 113 dolaran.
Amerîka û hevbendên wê bo ew rê li ber kêmbûna petrolê bigirin biryar dan ku 60 mîlyon warîlên di rezervan de derxin pîyasayê.