Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Rûsya Xeteke Danûstandinê Ava Kirin

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Amerîka û Rûsya xeteke danûstandinê çêkirine.

Reutersê dîyar kir ku Amerîka û Rûsya bo hevdu şaş fehm nekin ew xet çêkirine.

Bi xeta danûstandinê wezaretên berevanî yên Amerîka û Rûsya dê ji hevdu haydar bin.

Karbidestekî Amerîkî yê bi şertê navê wî eşkere nebe ji Reutersê re axifîye, dibêje ku ew xet bo bûyerên leşkerî yên belkîyî û rawestandina gurbûna girjîyê hatiye çêkirin.

Wî da zanîn ku xeta Amerîka û Rûsya di 1’ê Adarê de ava bûye.

Amerîka dibêje ku li Ukrayna ti leşkerê wê tune, lê jiber êrîşa Rûsya ya dijî wî welatî, Washington û hevbendên wê ketine fikaran ku ew şer belav bibe.

This item is part of
XS
SM
MD
LG