Amerîka dîyar kir ku Rûsya hazirî dike ku hin axên Ukrayna mîna ku di sala 2014’an de Qirim dagir kiriye, bixe bin kontrola xwe.
Berdevikê Konseya Ewlekarîya Neteweyî yê Amerîka John Kirby da zanîn ku Rûsya bo dagirkirinê dest bi çêkirina bingehan kiriye.
Kirby ji zarê îstixbarata Amerîkî got ku Moskow dikare di meha Îlonê de li axa dagirkirî referandumeke sexte çêke ku ew ax tevlî Rûsya bibin.
Wî dîyar kir ku Serokê Rûsya Vladimir Putin hewil dide ku senaryoya sala 2014’an jinûve birêve bibe, lê da zanîn ku ew nikarin kesî bixapînin.
Karbidestê Amerîkî dîyar kir ku Rûsya, li axên dagir kirî bi rêkên ne hiqûqê alîgirên xwe erkdar dike û da zanîn ku ew alîgir hazirîya referandumê dikin.
Kirby got ku Moskow dê encamên referandumê bo ew axên dagir kirî bibin yên Rûsya bi kar bîne.
Rûsya di sala 2014’an de piştî referandumê Qirim dagir kiribû, lê civaka navneteweyî ew referandum nepejirandibû.
Kirby dîyar kir ku Rûsya plan dike ku Donetsk, Luhansk, Kherson û Zaporizhzhia dagir bike û da zanîn ku ewê Amerîka û hevbendên wê di rewişeke wiha de demûdest bersîvê bidin.