Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Sê Pêketinên Cureya Nû ya Vîrusa Korona Radigihîne


Piştî Colorado û California, eyaleta Florîda ya Amerîka jî pêketineke cureya nû ya vîrusa korona ragihand.

Tevî yê li Florîda, Amerîka heta niha sê kes bi cûreya nû ya vîrusa korona ketine. Karbidestên saxlemî yên Florîda dîyar dikin ku ew vîrusa nû wek yê li Colorado li ser mêrekî di salên 20’î de hatiye dîtin û balê dikişînin ku wî jî ti rêwitî nekiriye.

Pispor dibêjin jiber ku her sê pêketîyên li Amerîka ti rêwîtî nekirine guman heye ku ew cureya nû ji pêketîyan derbazî kesên din dibe.

Berpirsên saxlemîyê piştrast dikin ku ew cureya nû ya vîrusa korona ya mutasyon derbaz kiriye zûtir belav dibe û didin zanîn ku vaksînên hatine pejirandin dê karibin wê pûç bikin.

Cureya nû ya vîrusa korona di 13’ê Berfanbarê de cara pêşî li Brîtanya hatibû dîtin.

XS
SM
MD
LG