Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka, Sûrîyê Ser Binpêkirina Agirbestê Hişyar Dike


Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku eger rejîma Sûrîyê biryara herêmên aram yên başûrê rojavayê wî welatî binpê bike, ewê Washington tedbîrên tund û di cîh de de bigire.

Peymana bo herêmên aram, bi navbeynkarîya Amerîka, Rûsya û Urdunê hatibû kirin.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert dîyar kir ku agirbest bi hewildanên Serok Donald Trump û Serokê Rûsya Vladimir Putin pêk hatiye.

Nauert da zanîn ku bi agirbestê ew dixwazin ku pevçûn û kuştinên li Sûrîyê kêm bikin û rê li ber sîvîlên ku warên xwe terikandine vekin ku bi awayekî ewle vegerin malên xwe.

Nauert dîyar kir ku eger rejîma Sûrîyê li herêmên agirbestê mudaxale bike ewê binpêkirina hewildanan be.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka got ku Washington îstiqrara herêma Sûrîyê dixwaze û berevanîya agirbestê dike.

XS
SM
MD
LG