Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Amerîka: Li Sûrîyê Nîşanên Karanîna Çekên Kîmyayî Hene

(arşîv)
(arşîv)

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku hin nîşan raber dikin ku hikûmeta Sûrîyê çekên kîmyayî karanîne û da zanîn ku ger ew were piştrast kirin ewê demûdest bersîvê bidin.

Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortgaus bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku li gor nîşanên wan dîtiye Serokê Sûrîyê Beşar Esad, di 19’ê Gulanê de, li bakurê rojavayê wî welatî bi gaza klorînê êrîş li dar xistine.

Ortagus got ku ‘’Ew beşeke kempeyna Esad ya hov ya ser binpêkirina agirbesta li Îdlibê ku bi agirbestê bi mîlyonan kes dihatin parastin.

Yek ji fermandarên Pentagonê Sean Robertson jî bi daxuyanîyeke nivîsdkî dîyar kr ku ger Esad careke din çekên kîmyayî bikar bîne ewê bersîveke tund bidin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG