Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) biryar da ku alîkarîyên di ser Tirkîyê re diçin Sûrîyê 12 mehên din bidomin.
Amerîka û Rûsya di kêlîya dawî de ser domandina alîkarîyan li hev kirin.
Balyoza Amerîka ya li NY’ê Linda Thomas-Greenfield li ser lihevkirina kêfxweşîya xwe ragihand û got ku bi lihevkirina wan re dê li Sûrîyê jîyana mirovan bidome.
Rûsya û Amerîka lihevkirina yekdengî ya di Civata Ewlekarî ya NY’ê de, ku bi 15 endam e, girîng dibînin.
Balyozê Rûsya yê li NY’ê Vassily Nebenzia got ku ew hêvî dikin ku biryara li civatê piştî danûstandinên Putin û Biden yên li Cenevrê bibe qonaxek.
Nebeniza dîyar kir ku ew lihevkirin nîşan dide ku ew dikarin di halên pêdivîyê de hevkarîyê bikin.
Serokê Amerîka Joe Biden meha borî bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re civîyabû û ew ser girîngîya alîkarîya dersînor jî axifîbû.
Rêvebirîya Biden dabû zanîn ku ger alîkarîya li sînor were rawestandin, ewê li Sûrîyê bo hevkarîyê din yên bi Rûsya re rîsk çêbe.
Thomas-Greenfield ji rojnamevanan re dîyar kir ku ew lihevkirin raber dike ku ew dikarin bi Rûsan re ser armancên hevbeş bixebitin.
Wê da zanîn ku ew li bendê ye ku bi Rûsan re ser armancên din yên hevbeş jî bixebite.
Welatên rojavayî yên Civata Ewlekarî ya NY’ê pêşnîyaz kiribûn ku dema alîkarîyên bo Sûrîyê yên di ser Tirkîyê re 12 mehên din were dirêj kirin.
Îrlanda û Norwecê ser wê daxwazê bernivîsek pêşkeş kiribûn, lê Rûsya ya li Sûrîyê piştgirîya rejîma Beşar Esad dike beşdarî danûstandinên ser bernivîsê nebûbû û Moskowê bernivîsa xwe ya bo alîkarîyan 6 mehan pêşkeş kiribû.
Piştî danûstandinên Thomas – Greenfield û Nebenzia lihevkirin çêbû û bi yekdengî alîkarîya bo 12 mehan hat pejirandin.
Bi Lihevkirina Amerîka û Rûsya Alîkarîya Sûrîyê Dê 12 Mehên Din Bidome
